Membership Contact

Här kommer det mer text


Text kommer här

Här kommer det mer text


Text kommer här

Här kommer det mer text


Text kommer här

Kurd ji islamê dûr dikevin

 

 

Di nav misilmanên Swêdê bi giştî û nexasim di nav kurdan de meyleke dûrketina ji islamê tê dîtin. Çima û ew berê xwe didine ku?

 

 

Di van çend salên dawî de bi sedan kesên ku li Swêdê mezin bûne ji vira berê xwe dane Rojhilata Navîn û gihane rêxistinên islamî yên mîna Daişê. 

Di heman demê de di nav misilmanên Swêdê bi giştî û nexasim di nav kurdan de meyleke dûrketina ji islamê jî tê dîtin. Loma di vê bernameyê de em ê bi hûrgilî dênê xwe bidinê bê xelk çima ji islamê dûr dikevin? Bê çi cudahî di navbera tercîhên kurd û kevnemisilmanên din de xuya dikin?

Keşayê bi eslê xwe misirî Merzek Botros li Stockholmê dersa taybet dide nêzîkê 20 kesên ku carê misilman bûn û niha xwe weke mesîhî dibînin. Beşdar jin û mêrên di temenên cuda de ne. Didu ji şagirtan Merwanê ji Fasê û Ahmedê ji Sûriyê berê nedihiştin ferzek nimêj li wan biçe. Lê niha herdu jî xwe xiristiyan dihesibînin û dibêjin ew dilxweş in ku wan dînê  Mesîh keşif kirine.

– Herçend min rojê pênc caran nimêj dikir jî tu caran min Xwedê hîs nedikir. Tenê ferzek bû, mecbûriyetek bû min tanî cî. Lê xiristiyantî cuda ye. Her cara ku em berê xwe didine Xwedê, em hîs dikin ku ew bi me re ye.

Li gor zanyariyên dêrên serbixwe hejmara kesên ku ji misilmantiyê diçine ser dînê mesîhtiyê zêde bûye û lewra kursên taybet yên bi erebî têne li dar xistin. Merzek Botros ku ev ser deh salan re ye ji bo mesîhiyên erebîaxêv yên li Swêdê hersal konfereranseke mezin amade dike dibêje di konferansa herî dawî de piraniya beşdaran kesên ku bi eslê xwe misilman û vê dawiyê bûne mesîhî bûn.

– Ji seranserê Swêdê derdorê 500-600 kesî hatibûne konferansê û piraniya wan misilmanên berê bûn ku niha bûne xiristiyan û xwe spartinê dînê Mesîh.   

Statîstîkeke resmî li ser kesên ku ji misilmantiyê derdikevin nîne, lê berpirsên gelek dêrên serbixwe didine zanîn ku wan meyleke bi vî rengî ferq kirine. 

Meyla dûrketina ji islamê di nav kurdên Swêd de jî tê dîtin. Bes di nav kurdan de ji çûna ser mesîhiyê bêhtir ya zerdeştiyê bala mirovan dikişîne. Roza Kaplan ya ji Mêrdînê îro xwe weke zerdeştî tarîf dike...   

Ji 2011ê ve perestgeheke zerdeştî li bakurê Stockholmê hatiye vekirin û li Swêdê zerdeştî weke dînekî resmî hatiye qebûl kirin. Ji birêvebirên perestgeha zerdeştî Bilal Görgü dibêje kurdên Swêdê baldariyeke mezin nîşanî zerdeshtiyê didin...

Belê di nav kurdên Swêd de weke dîn baldariyeke mezin ji bo zerdeştiyê tê dîtin, lê meyleke din ya ku bi xwertî tê dîtin bi yek carê dûrketin û terkkirina hemû dînan e. 

Alex Persdar dide zanîn ku di salên 90 de ew misilmanekî hişk bûye, heta ew li ser çûna cîhadê bi xwe jî ponijiye. Lê vê dawiyê herku çûye rexneyên wî yên li hemberê dîn zêdetir bûne.

Di Facebookê de hin grûpên mezin yên ku babetên elaqeyê wê bi meseleyên kurd û Kurdistanê heyî gotûbêj dikin. Hem di hin ji van grûpan de gelek caran gotûbêjên dînî derdikevine pêş, hem jî grûpeke taybet ku bi awireke rexnegirî meseleyên dînî rexne dike, bi navê Ateyist û agnostîkên kurd heye. Ser 350 kesan ev pel ecibandine, gotûbêjên berfireh ku piraniya wan bi awireke rexnegirî meseleyên dînî digrine dest têne kirin. Alex Persdar ku di van grûpan de yek ji kesên çalak e ji aliyê baweriya dînî ve xwe îro wiha dide nasandin.

Li gor Persdar sebeba vê meyla ku xurt dibe hem hişyariya kurd ya nasnameya neteweyî ye hem jî êrîşa Daişê ya li ser destkeftiyên kurd e. Bi gotina wî ”Dewleta Islamî, Daişê kiriye ku gelek kes çavên xwe vekin”.

Di destpêka vê bernameyê de me behsa Ehmed û Merwan yên ereb kir ku bûne xiristiyan. Ew jî dibêjin ya ku bi gotina wan ”çavê wan vekiriye û bûye sebeb ku ew îslama rastî nas bikin” kiryarên Daişê ne. Lê herdu jî dibêjin ji ber tirsa derdorê ew naxwazin navê xwe yê rastî bêjin û ji malbatên xwe re jî negotine ku ew bûne xiristiyan.

Di nêzîkbûna derdorê de jî di navbera civata kurd û ereb ya li vir de guhertinên berbiçav têne dîtin. Weke nimûne kurdên mesafeyekê têxin navbera xwe û islamê de, bêtirs û bi serbilindî behsa vê refta xwe dikin, pêwistiyeke ku weke nimûne navên xwe eşkere nekin nabînin. Lê dîsa jî piraniya caran ew mecbûr dibînin baweriya xwe ya niha biparêzin.

 

Arkiv

Armanca me rahênan u fêrkirine, heya bikarîn be wê armancan bigehîn ma pêwîst be piştgîrîya wa dibe .





Perwerde

Kurs
Digital GATHA
Pirtûk
Weşan

Di warê

Di warê
Di warê Zoroastrianism
Têkelî

Z Kanî

Z Muzîk
Z Wêne
Z Media
Z Helbest

Ola me

Zerdeştî
Zirwanî
Mîtrayî
Manewî
Mezdekî
Êzdî
Elewî
Yarsanî
Şebek

Languages

کوردی
English
Svenska