Membership Contact

NERÎNEKE KURT LI SER OLÊ ZERDEŞTÎ

avatarEv pêşkêşkirin ji aliyê Komcivaka (Monaghan) Bilind ya Moghana Kurdistanê ve hatiye pejirandin.

Qasidö rastîyê, zanyarî û ronahiyê Ashu Zerdeşt Berî Zayînê di salên 1500-1800’î de li Kurdistanê jiyaye. Avesta Pîroz dibêje ku ew li dereke bi navê “Rage” nêzîkî Gola Urmiyê (li Rojhilata Kurdistan beşê Îranê) li rexê çemê “Droji” çêbûye.

Bavê Ashu Zerdeşt, Pourushapa ye, diya wî jî Doghdhova ye. Hevjîna wî jî Hvavî ye. Bi navê Isadvasta, Orvatadnar û Khorshidchehr sê heb kur û bi navê Trîtî, Frînî û Pouruchista jî sê heb qîzên wî çêbûne.

Dema ku Ashu Zerdeşt ciwan bû, têgihişt ku hin bawerî û îbadetên gel şaş in. Di temenê bîst salî de wî dest û nigên xwe ji civak û cîhanê kişand û dest bi jiyana nav daristan û tabîatê kir ta ku xwedê nas kir. Dema ku temenê wî bû 30 sal, xwedê ew weke Pêxember hilbijart û wî yekolitî (monotheism) ya yekem ku li cîhanê tê zanîn, ava kir.

Xwedê peyam û fikrên xwe bi navê Ahûramazda ji Ashu Zerdeşt re şan. “Ahûra” tê wateya “dayina jiyanê” û “mezin”, wateya “mazda” ji gotina “zanistîyê” tê. Li gorî vê nerînê, Xwedê Zana û Afirînerê Mezin e. Ahûramazda mirovan weke koleyên Wî nabîne, Wî, fazîletên ”aqil” û ”mirovahiyê” li gel hêza fikrê (Manah) û ûjdan (Daena) bera hundurê mirovan daye.

Li gorî Ashu Zerdeşt, Xwedê ne kîndar e, ne tolgir e û ne bêhnteng e, herweha her mirovî ceza nake.

“GATHAS” PIRTÛKA PÎROZ YA ZERDEŞTIYAN

Gathas, pirtûka Zerdeştiyan, ya olî û pîroz e. Gotinên Zerdeşt bixwe ye, perçeyekî Yasna ye û di dilê Yasna de dijî. 5 perçeyên din, yên Avesta ”Yasna”, ”Yashts”, ”Vandidad”, ”Visperad” û ”Khordeh Avesta” di dema kevnare de (antîk), ji aliyê komcivaka Moghan (munks) û Mobedsa bilind hatiye nivîsandin. Ev pirtûkana ji bo Zerdeştiyan pîroz in û rengê baweriyên wan in.

Peyamên Ashu Zerdeşt

Ji bo ku peyamên Asha bigihên mirovan, lazimiya Ashu Zerdeşt ji ”kerametan” tune bû. Ashu Zerdeşt, bi zimanekî zanistî, bi helwest û hestên geş peyama xwe ya Ahûramazda tev taybetmendiyê wê yên îlahî, daye. Gathas, helbestên ku berê weke îlahiya hatine nivîsandin, di derbarê xelasî û jiyaneke xweş de rê û rêçikan dide mirov. Mirov kûr û bi zanistî difikire, herweha ûjdanê mirov jî qewîntir dike. Peyamên Gathas di tevgêra mirovan de ji bo her kesî, her dem û li her derê bi rêyeke maqûl, dûrî xurafeyan, nimûneyên herî baş û hesan nin.

Li gorî gotinên Ashu Zerdeşt, navê “Manthra”, ku tê wateya “gotinên Ahûrayî yên ku mirov difikirînin” li Gathas hatiye kirin. Lew mirovên ku Ashu Zerdeşt dihebînin navê “Gathas” ku tê wateya “îlahiyên xas”, ku ji raman û baweriya wan bi xwe tê, lê kirine.

Li gorî nerîna Gathas, divê jiyana maddî li gorî xwezayê û rêbazên ku ji wan re dibên ”Asha”, li gorî nerîna rûhanî, divê her kes Vohuman (Fikra Xwedê) bikar bîne û alîkariya Rohniya Rastî (Ushta) bike.

Tenê zanistiya mirovan dikare kûrahiya wateya Gatha fam bike, lewre mirovên nezan û cahil li gorî hestên xwe yên ne terbiyekirî tevdigerin û li peyamên Ahûrayî guhdarî nakin.

Dema ku mirovên zana bi fikrên xwe yên baş fêr bûn, divê ew zanistiya xwe ji mirovan re, bi taybetî ji mirovên cahil û nezan re bêjin. Bi vî awayî fikrên xurafe û xerab dikarin ji holê werin rakirin.

PRENSÎBÊN SEREKE YÊN OLÊ ASHU ZERDEŞTÎ

Van 9 prensîbên sereke yên olê Ashu Zerdeşt hene:

1 – Baweriya Ahûramazda, Xwedê yek tenê ye.
2 – Baweriya Ashu Zerdeşt ya kehanetên di derbarê pêşerojê de.
3 – Baweriya bi cîhana manewî û ebediyeta ruh.
4 – Baweriya bi rêbazên Asha (Bawerî, paqijî û evîna Ahûrayî).
5 – Baweriya bi wekheviya temama mirovan.
6 – Baweriya bi ebediyeta pîroz û 7 gavên teosofiya Zerdeştî.
7 – Baweriya bi comerdî û alîkariya bi mirovên xizan re.
8 – Bawerî bi pîroziya 4 elementên tabîatê (av, hewa, ruh û agir) û hewildana paqijiya derûdor-tabîatê.
9 – Baweriya bi pêşveçûn û nuhbûnê.

ZAGONÊN ASHA (RASTÎ, EDALET Û FAZÎLET)

Îdeolojiya Ashu Zerdeşt xwe dispêre zagonên Asha (ango rastî).

Li gorî ramanên wî, Xwedayê ku di ser her tiştî re ye, kaînat li ser meşandina zagonan ava kiriye. Pêxemberê me navê Asha li vê zagona bi rêk û pêk dike. Alîkariya xwedîderketina li zagona Asha li kaînatê, ew tiştên ku Ahûramazda ji me mirovan dixwaze bixwe ye. Rêbazên Asha, kaînatê tev girê dide û ew ji atomê heta galaksiyê, bingeha her tiştî ye. Di baweriya Zerdeştî de, hin tişt weke mînak; evîn, paqijî-xasitî, bawerî û nefsbiçûkî bi rastî têra zagona tabîatê dike, herweha kesayetiya mirovên baş pêşve dixe.

RUHÊN CÊWÎ (BAŞÎ Û XERABÎ)

Di peyama wî de, Ashu Zerdeşt bahsa du heb ruhên cêwî û di heman demê de dijî hevdû dike. Ev herdû ruh, rolê lazimiya harmoniya tiştên ku Xwedê afirandiye, dilîze. Encamê van herduyan weke enerjiya pozîtîf û negatîf e, ku di perçeyên herî biçûk de weke di Electron û Protonan de hene, herweha bi dahf dayin û kişandinê, bandorê li temama kaînatê dike. Li gorî rêbazên Asha tu ji vana, ”xerab” nehatine afirandin û ji bo yên din weke ”xizim” dijîn. Lew Ahûramazda ne afirînerê tu xerabî an jî nexweşiyê ye. Ew afirînerê temama tiştên baş e. Tenê dijberiya van herdû cêwiyan, dema ku mirov difikire, di navbêna baş û xerab de hilbijartinekê dike û di fikra mirov de xwe dide der. Mirovên zana, di fikrên xwe de ”Spentamainyu” (afirînerê fikrên baş) bikar tîne û li aliyê din mirovên cahil, eşkere dide dû fikrên xerab an jî dû ”Angramainyu” (fikrên têkçûnê) yên ku di zimanê Kurdî de weke Ahriman tê zanîn. Bi vî awayî afirînerê Ahriman an jî fikrên têkçûnê ne Xwedê, lê mirovên nezan ji fikrê vediguherîne, dixe gotin, an jî pêkanînên têkçûnê.

OL (DÎN)

Gotına ”Dîn” ji gotina Avesta ya ”Daenah” tê û tê wateya ”bîrbirî” û ”hişyarî”. Bi gotineke din, bi zanebûn û azad, hêza cûdakirina navbêna başî û xerabiyê. Li gorî vê nerînê, mirovekî dîndar, mirovekî ku kûr difikire û bi alîkariya fikrên xwe yên baş, Rêya Asha hildibijêre û bi vî awayî dibe mirovekî momin. Mirovekî wiha, çi maddî çi jî manewî, ji hilbijartina kiryarên xwe berpirsiyar e, di dawiyê de encama van kiryarên xwe, distîne.

BIHIŞT Û CEHENEME

Ahûramazda ji bo temama mexlûqatên xwe bexteweriyê dixwaze. Wî rêya jiyana baş rê mirovan daye. Heger ku li gorî ûjdan û baqiliyê tevbigerin wê vê rêya baş binînin. Mirovên ku dijî zagonên Asha tevbigerin, fikrên xerab hilbijêrin, gotinên û kiryarên xerab bikin, wê li gorî zagonên tevgêr û bertekan, berhemên xwe bigrin. Li gorî vê nerînê, yê ku bihişt û ceheneme ava kiriye, ne Xwedê ye, tevgêrên mirovan bixwe ji ruhê xwe re bihişt û cehenemê ava dike.

Bihişt, an jî herêma rûhanî, ya herî baş – ya ku xwe digihîne bextewerî û aramiyê –neynika fikir, gotin û tevgerên baş e. Cehenem, an herêma rûhanî, ya herî xerab – hişmendiya janê û derûniya bêhnteng – neynika fikrên xerab e, gotin û tevgêr weke cîhaneke maddî û manewî li wî mirovî vedigere.

HEREKET Û ZINDÎBÛN

Olê Ashu Zerdeşt xwe dispêre rêbazên Asha, ku lazimiya wan ji metihkirinê tune ye, herweha sekinandin û bêhereketî nayê pejirandin. ”Hereket” gotineke ji peyamên Ashu Zerdeşt yên ku xwe dirêjî her mirovî dike û doza nûkirin û pêşveçûnê lê dike bixwe ye. Divê fikir, ruh, çand û exlaqê mirovan xwe pêş ve bixe, xwe nû û teze bike. Di peyama wî de, Ashu Zerdeşt dixwaze ku bawermendên wî cîhanê nû bikin û jiyanê teze bikin. Li gorî baweriya pêxemberê Kurdistana Kevnar, çi biçûk çi jî mezin divê her mirov li gorî hêza xwe bixebite û hewil bide xwe bigihîne jiyaneke baş, xweş û bi aşitî.

Xebat û Ked

Belkî di nav mirovan de em bi rastî û olperestiya xwe bibin pêşkeşên mirovan û cîhanê nû dikin. (Gathas)

Xebat û Ked du xalên pir girîng in ku mirov digihînin bexteweriya temama cîhanê. Di Gathas de, Ashu Zerdeşt li ser her mirovî ferz dike ku heta mirov bikaribe bi alîkariya rêbazên Asha û fikrên baş, ji bo civakeke pêşverû û bi aşîtî bixebite. Li gorî baweriya Zerdeşt, ji bo dûakirina Xwedê, rêyek ji rêyên herî baş, biserketina karê hunerî, aborî û pêkanînên baş e. Bi vî awayî kêf û zewqa zêde, tiralî (kêslanî) û parsekî nayê pejirandin.

FREVEHIR

Li gorî baweriya Zerdeşt, çar hêzên mirovan hene. Bi tevgêra wan, bandora wan li hevdû, pêşveçûn derdikeve holê. Di hundurê van 5 perçeyan de ev hene: Beden û jiyan – aîdîyeta maddî û manewî, hêza ku başî û xerabiyê ji hevdû derdixe (baqilî û hişmendî) û FREVEHIR – tevde aîdî cîhana manewî ye.

”FREVEHIR” ji du beşan pêk tê. ”Fre” tê wateya pêşveçûnê û ”Vehir” jî tê wateya meşandinê. Herdû bi hevdû re tên wateya ”hêza ku mirovan pêşve dixe”. Di mirovên xebatkarên belavkirina germahiya Ahûramazda de FREVEHIR beşê herî bi qîmet e. Ew di mirov de kaniya temama taybetmendiyên ”Ashuhî” ye. Ew, ruhê mirov ji meyila kirina derewan û ji meyila qisûran bi dûr dixe. Hêza nûbûnê dayina mirovan, ji bo şopandina rêya Xwedê û bûyina mirovekî neqane û Spentamen (ebediyeta pîroz – comerdiya pîroz) e.

Amblema Xeleka Roja bi Bazik ( ), di salên Berî Zayinê 4000 sal de, di gelek çandên Kurdistana Kevnar de hatiye dîtin.

(LI VÊDERÊ WÊNEYÊ RÛPELA 8 HEYE)

Di dema Achamenid de, civaka Kurdên Moghan wêneyê jor, bi navê FREVEHIR, ji bo tekoşîna li hember Achamenidiyan (tekoşîna dîsa avakirina Medya/Împaratoriya Kurdan) weke nîşana xwe ya netewî hilbijartibûn. Ev wêne, fikrên sereke, yên olê Ashu Zerdeşt sembolîze dike. Her perçeyek ji vî sembolî, peyamekê radigihîne.

Serçavekî bi şewq yê kalekî ku ji Ahûramazda re dûa dike, bikaranîna baqilî-zanistî û ya tecrûbeyan tîne bîra mirov. Destên FREVEHIR bi jor de bilindkirî, mezinbûn û pêşveçûna bi jor de sembolîze dike.

Xeleka di destê wî de, sembola Mithra, ji bo şopandina Asha, peymana mirovan ya bi Xwedê re tîne bîra mirov.

3 perçeyên bazikan fikir, gotin û kiryarên baş tîne bîra mirov.

Xeleka qevda destê FREVEHIR, ezelî û ebediyeta cîhanê, herweha hêza mirovan ya xwe xelaskirina ji daxwazên xerab û xwe gîhandina Xwedê, diyar dike.

Beşê bin bazikên FREVEHIR – ku ew jî ji 3 beşan hatiye avakirin – guhnedana fikir, gotin û kiryarên xerab radigihîne.

EVÎN Û AŞÎTIYA GERDÛNÎ

Îbadeta olê Maziyasni sîlehan (çek) napejirîne, ew olê aşîtî û îbadetê ye. (Mazdiyasno Ahmi Avesta) Ashu Zerdeşt bawer dike û dibêje, divê mirov ji bo temama berjewendiyên mirovahiyê bifikire, bixebite û jiyaneke li ser bingeha olê wî bijî. Herweha şer, – an jî ji bo mezinkirina dewleta xwe, kirina şer an belavkirina olê xwe – li gorî vî olî ne exlaqî ye.

Divê her mirov başî û yekîtiyê, bi şopandina Asha belav bike. Wê bi vî awayî hevalbendî û dostahiya gendûnî ava bibe. Mirovên Zerdeştî her roj dema ku dûa ”Mazdiyasno Ahmi Avesta” dikin û baweriya xwe dibêjin, soz didin Mihr (evîn û başî) û aşîtîyê. Ew olekî ku dîndariyê û girêdana xwe dipesînîne, herweha dijîtiya şer dike, dişopîne.

BEXTEWERÎ

Bextewerî, ji bo wî mirovê ku mirovên din bextewer dike, bixwe ye. (Gathas)

Bextewerî ji ”Yasna”, an ”Jasn” tê û tê wateya kirin an jî gotina dûayan. Olê Ashu Zerdeşt, olekî bexteweriyê ye. Yên ku vî olî dihebînin, bexteweriyê hildibijêrin û xwe dûrî nxweşî, derd û kederan dikin. Di vî olî de, bextewerî û pîrozkirin, rêyek ji rêyên hezkirin û îbadeta ji bo Xwedê ye. Ji ber vê yekê cejneke Zerdeştiyan ku pê dikevin tevgêrên alîkarî û comerdiyê, heye. Pîrozbahiya mehane – dema ku navê roj û mehê di Newrozê de dibe yek, pîrozbahiya Mehregan, Tiregan û Sade (sê heb festîvalên demsalî)- Newroz, Tîregan û Mîhregan – bi kêmanî bi awayê teorîk, her sê demên sereke li gorî salê, ekînoksa payizî, rojvegera havînî, û ekînoksa zivistanî li hevdû tên, Sada nakeve ser rojvegera zivistanî, lê piştî wê bi çel rojî, an li dor 30 yê kanûna paşîn. Pêxemberê Kurdistanî dixwaze yên ku didin dû wî, bextewer bibin, ji ber ku bi vê rêyê bedena mirovan qewîn dibe û ruhê mirov bextewerî û daxwaza kar diafirîne û bi vî awayî tevgêr bêtir dibe. Li gorî nerîna Ashu Zerdeşt, tenê aşîtiya rastî û bextewerî, bi alîkariya li gorî rêbazên Asha pêk tê, heger ku ne wiha be, tu kes nagihê bexteweriya rastî.

MAFÊ MIROVAN

Di olê Zerdeşt de, mirov jin bin mêr bin, kîjan netewe bin, çi nîjad bin, rengê wan çawa be, zimanê wan çi be, ol û baweriya wan çawa be ferq nake, mafê temama mirovan weke hevdû ye. Ashu Zerdeşt bawer dike ku Xwedê baqilî û ûjdan daye temama mirovan. Yên ku rêbaz, fikrên baş, gotin û tevgêra Asha bihebînin, biserkevtin û bilindbûn para wan e.

Ew, di nav gelek alternatîf û fikir de ji bo hilbijartina rêya baş ya jiyana bi azadiya teqez, azad in. Her weke ku mirov xwediyê azadiya fikrê ne, ew xwediyê hilbijartina olê xwe ne jî. Herweha temama mirovan weke hevdû ne, çi maddî çi jî manewî mafê jin û mêran bi her awayî weke hevdû ye.

HÊZ Û AZADÎ

Bi guhên xwe li rastiya herî bilind guhdarî bikin; bi hişmendiyeke hişyar û zindî bala xwe bidê. Her mêr û jin, bi xwe û azad rêya baş an jî ya xerab hildibijêre. (Gathas)

Olê Zerdeşt dibêje hêz li gel zagonên Asha, dema ku bahsa azadiyê tê kirin, weke alîkariyekê tê bikar anîn, lê belê gotina ”hêz”ê qet nayê gotin.

Di baweriya Ashu Zerdeşt de, teoriya ”hêzê”, herweha teoriya ”gunehê yekem” nayê qebûlkirin. Lewre, her mirov bê guneh û paqij-xas tê jiyanê û di pê re jiyana xwe li ser hilbijartinên xwe, ava dike. Bi her tevgêrên, malbatî, beden û manewî, mirov dikare zanyariyê bi dest xwe bixe û bi vî awayî dikare fam bike ku di rêbazên Asha de hêz heye. Bi vî awayî, mirov ê kêmasiyan ji holê rake, kêmasiyan bi serkeftin û jêhatîbûn biguhere.

Olê Ashu Zerdeşt, olê ûmûd, azadî û comerdiyê ye. Olê Gathas hilbijartina fikrên baş, ya pêşkêşên zana, hevalên baqil û hevaltiya bi Ashu re, lê ne zora li ser mirovan, pêşniyar dike. Ev ol, rêza her mirovî, weke mirovê azad digire. Ev mafê hilbijartinê, mafekî ji nav wan mafên giranbuha, diyariyeke Ahûrayî ye, ku tu kes nikare ji mirovan bistîne.

PARASTINA DERÛDOR-TABÎATÊ

Zagona Asha dixwaze ku mirov bibe berpirsiyarê temama bûyerên kaînatê. Divê mirov xwe ji xerakirina çavkaniyên maddî û manewî biparêze. Bi alîkariya Fikrên Baş – ku ev ol gelekî li ser disekine – wê tabîat-derûdor were parastin. Her mirovê Zerdeştî, mejbûr e tabîat-derûdûrê û her çar elementên bingehî (av, agir, ruh û hewa) paqij biparêze. Gemarîkirin û şaş bikar anîna van elementan tê wateya şaş famkirina olê Zerdeştî.

AMESHA SEPANTAS (7 GAVÊN TEOSOFIYA ZERDEŞTÎ)

Naskirina Xwedê, pêşvexistina taybetmendiyên exlaq û hewildana ji bo bûyina Spentaman (Ruhê Pîroz, Ruhê Baş, Ruhê Comerd) armancên sereke, yên jiyanê ku Ashu Zerdeşt pêşniyar dike ne. Ew bawer dike, heger ku mirovek rabûn û rûniştina xwe li gorî wan şeş taybetmendiyên ku ji xwedê tê, ew ê bigîhê gava 7’an û xwedê tenê bibîne, ne tiştekî din.

Ji bo ku mirov xwe bigihîne Ahûramazda gava yekem, ”Vohuman”, an jî fikra baş e. Ev gotin hatiye guhertin û di zimanê Kurdî de bûye Bahman. Bûyina taybetmendiyeke Xwedê ya xwezayî, ji bo her mirovan diyariyeke Ahûrayî fikra baş e ku divê her mirov pêş ve bixe.

Gava duyem ji bo xwe gîhandina Ahûramazda ”Asha Vahista – Rabûn û Rûniştina Herî Baş” an jî Ashuiya herî baş. Ev gotin hatiye guhertin, di zimanê Kurdî, yê hemdemî de bûye Ardibeheşt. Ashui, rastî ye, rêbazê kaînatê û qabîliyeta hevkariya bi tabîata xwedê re.

”Kshshathra Vairya – Melikbûna ku tê xwestin”, hatiye guhertin û di Kurdiya hemdemî de jê re dibêjin Şehriwer, tê wateya ”hêza manewî û kontolkirina xwe bixwe. Ev yek weke hêza Xwedê, ya sekinî ye ku divê were pêşvexistin. Hêza ku li cem Khshathra Vairya heye bi alîkariya hest û zanebûnê, bi alîkariya hêza Asha û hêza ku mafê xwe pê biparêze û derewa ji holê rake, hêza ku di fikrê de bigîhê azadiyê, hêza evîn û girêdanê, dikare hereketên şaş kontrol bike.

Gava çaremîn, evîn e, di Gathas de weke ”Spenta Armaiti – Girêdahiya Pîroz ” tê bahskirin. Di zimanê Kurdî de (Aramî an jî Efsend) hatiye guhertin. Ashu Zerdeşt bawer dike ku têkiliya Xwedê û mirovan li ser bingeha hevaltî û evînê ye, ne li ser nexweşî û tirsê ye. Ji ber vê yekê, divê mirov evînê di hundurê xwe de xwedî bike. Hin taybetmendiyên Spenta Armaiti, pêkanîna soza, girêdan, nefsbiçûkî û comerdî ye.

Di Gathas de taybetmendiya din ”Ha Urvatat – Tendurustî, Yekîtî” û (Eiroiy an Khordad – diyariya tavê – di Kurdiya hemdemî de). Bidestxistina zanistiyê, ji bo bûyina mirovekî îdeal, alîkariyê dike ku mirov xwe bigihîne mukemelbûnê. ”Urvatat” û ”Ameratat” (ebediyet), – gava kemilandinê ya şeşa ye – li gel hevdû dimeşin. Tê wateya heger ku yek mukemel bibe, ew ê yekser ebediyetê jî ava bike.

Bêgûman, Ameratat- Nemirî di Kurdiya hemdemî de – ku di taybetmendiya mezin ya Xwedê de heye, tê wateya ebediyet; lê mirov dikarin ebediyeta ku di hebûna wî de bi cîh bûye, bi rêyeke din peyde bikin.

Di teosofiya Zerdeştiyan de gava heftemîn, ya naskirina Ahûramazda, yên ku Ahûra û rohniya rastiyê famkiribin, bûyina mirovekî mukemel, (Spentaman) e. Taybetmendiyên weke ked û xebatê, paqijî û rastîyê, hêza nûbûn û evînê, wê di hundurê wî de geştir bibe, herweha bi pêşveçûna mukemelbûnê ew di naskirina Xwedê de bi serdikeve.

ROHNÎ, ALIYÊN ÎBADETA ZERDEŞTÎ

Yên ku Ashu Zerdeşt dihebînin û ji xwe re dibêjin Mazdiyasni (kirina îbadetê ji Mazda re) bi bedeneke paqij û bi şewq, ji xwe re dûa dikin. Di dûayên xwe de, ji bo temama mirovan jiyaneke tije aşîtî û cîhanê tije tiştên xweş dixwazin. Zerdeştî, li gel her sê elementên din, (av, ruh û hewa) rêza êgir jî digrin û ew ji bo ku pêşiya xwe bibînin, rohniya êgir an jî rohniyên din bikar tînin.

Zerdeştî, bawer dikin ku ew agirê sembola Asha, xwedî hin kalîteyên bi taybetî ye ku agirê hundurê mirovan – li gel zanistî û baqiliya mirovan ya nêzîkî Xwedê – dikare ji wan fêr bibe û fêrî mirovên din jî bike.

Hin ji van kalîteyan evên han in: Paqijkirina gemarê, rohnîkirina tariyê, her dem xebata pêşveçûnê, bi şewitandina xwe dayina enerjî, rohnî û germahî bo mirovên din û kar û xebatê bide meşandin.

Agirkede ya Kurdî komplekseke tevgêra êgir, ya azadî, dibistan û heft bexçe ye. Di vê kompleksê de agirê evînê, yê zanistî, hevkarî, yekîtî û baqiliyê dişewite, bi vî awayî paqijî û evînê belav dike.

KURTENERÎNEK LI DÎROKA ZERDEŞTÎ

Olê Zerdeştî ji dema Medya û Mîtaniyan û vir de, hêdî hêdî li Kurdistanê (Mezopotamya û Bakurê Îranê) belav bû. Di Dema Pathiyan de propaxanda wê hate kirin. Di dema Sasaniyan de, bû olê fermî yê împaratoriyê. Piştî ku Ereban herêm dagir kirin, hinan ji wan olê xwe guhertin û ji ber ku hin mirovan jî tahamula rêbazên mirovên biyanî nekirin, koç kirin.

Zerdeştiyên ku li Kurdistanê man, piştî Sasaniyan, ji ber nerînên xerab yên li ser wan, di demeke zahmet re derbas bûn.

Piştî ku ev ol di derbasbûna gelek sedsalan de hat jibîr kirin, Kurdan dîsa olê Zerdeştî kişif kirin û dêr (Boghistan) a xwe ya yekem li Swêdê ava kirin. Bi vî awayî, Swêd welatê yekem e ku destûr daye Kurdên Zerdeştî ku eşkere û azad îbadeta Zerdeştî bikin.

Nuha, Kurdên Zerdeştî, li gel olên din, jiyana xwe bi aşitî dimeşînin. Ew her dem ji bo welatê xwe Kurdistan, pêşveçûn û aramiyê dixwazin.

Wergera ji Îngîlîzî: Salih Agir Qoserî
salihagirqoseri@hotmail.com

Not: Navê pêxemberê Zerdeşt weke Ashu Zoroastra derbas dibe. Min Zoroastra weke Zerdeşt wergerand lê Ashu weke ku hatiye nivîsandin min hişt. Di ciyekî de dibêje ku Asha tê wateya ”Rastîyê”. Êdî hûn diguherin, naguherin, an jî bi temamî radikin ranakin hûn zanin. An jî heger ku di Kurdî de hemberê wê hebe hûn ê binivîsin.

Herweha hin gotinên weke ”Moghan (munks) Mobedsa” û hwd ku wateya wan di tu ferhengan min ne dît derbas dibe. Gelo ev gotin bi eslê xwe Kurdî ne an jî ji zimanekî din derbasî îngîlîzî bûye, ez nizanim. Min ev gotin weke ku hatine nivîsandin hiştin.
Berhevkirin û pêşkêşkirin: Andaz Hawaizy
Komcivaka Kurdistanê ya Zerdeştî

Arkiv

Armanca me rahênan u fêrkirine, heya bikarîn be wê armancan bigehîn ma pêwîst be piştgîrîya wa dibe .






Hêman kar temam nebûye

Perwerde

Kurs
Digital GATHA
Pirtûk
Weşan

Di warê

Di warê
Di warê Zoroastrianism
Têkelî

Z Kanî

Z Muzîk
Z Wêne
Z Media
Z Helbest

Ola me

Zerdeştî
Zirwanî
Mîtrayî
Manewî
Mezdekî
Êzdî
Elewî
Yarsanî
Şebek

Languages

کوردی
English
Svenska