Membership Contact

BANG

Ev ne cara yekemîn e ku welatê Kurdan dîsa xwîn digrî. Kal û pîr, jin û zarok, ji ber zordariya dijminên barbar, mal û warên xwe berdane, bi çol û çiyan ketine. Zarok, bê dayîk û bavên xwe, bê nan û av, pêxwas direvin, ne tenê ji zordariya dijmin, herweha ji xezeba cîranên xwe jî direvin.
Bi hezaran, kurdên Êzidî, mesîhî û gelên bêhêz, bi destên celadên bê hest û bê vîcdan li çîyayê Şengalê tên serjêkirin, kuştin, jinên wan tên frotin û malên wan tê talankirin. Îroj, ev neheqîya bêsînor li ber çavên hemî dinyayê dibe. Her mirovekî xwedî vîcdan nikare siberojê bibêje, “Min ne bihîstîye an ne dîtîye” Divê em hemi mirov dengê xwe blind bikin û vê neheqîya dijwar qebûl nekin. 
Ji bona pêşî li van celadên bêvîcdan bêgirtin, Hozey Dînî Zerdeştîyên Kurdîstan, jibo paraztina yekîtî û serxwebûna ax û azadîya Kurdîstanê, hêvî dike kû hemî hêz û rengên Kurdîstanê yekrêzîya xwe li himberî êrîşa li ser ax û azadîya Kurdîstaê biparêzin. 
Mafê tu kesî êrîşa li ser ax û azadîya kurdan nine. Êdî bese, pogromên wekî li Dersimê, Enfal û Halepçê bûn, îroj li Şengalê dibe, hêvîya me ku ev bibe miladek ji bona gelên Kurdîstanê.
Kurd û gelê Kurdîstanî layîqî vê zordarî û vê neheqîyê nine. Jibo paraztina yekîtî û serxwebûna ax û azadîya Kurdîstanê, em BANG DIKIN; 
• Hukumeta Kurdîstanê, Kurdîstanî be, ax û azadîya Kurdîstanê biparêze.
• Peşmerge di bin Wezareta Peşmergeyên Kurdîstanê de bibin yek quwet. Sîstema mîlîsîya hêzên sîyasî nemîne û çekên wan ji wan bênstandin, hemî hêz û grubên kurdîstanî bibin yek.
• Budçeyek kurdîstanê pêk were, hatina hemî neft û gaz a Kurdîstanê ji bona hemî Kurdîstanê bê xerçkirin.

Encumena Balayên Zerdeştîyên Kurdîstan 
Hozeyî Ragihandin 
2014-08-25

Arkiv

Armanca me rahênan u fêrkirine, heya bikarîn be wê armancan bigehîn ma pêwîst be piştgîrîya wa dibe .






Hêman kar temam nebûye

Perwerde

Kurs
Digital GATHA
Pirtûk
Weşan

Di warê

Di warê
Di warê Zoroastrianism
Têkelî

Z Kanî

Z Muzîk
Z Wêne
Z Media
Z Helbest

Ola me

Zerdeştî
Zirwanî
Mîtrayî
Manewî
Mezdekî
Êzdî
Elewî
Yarsanî
Şebek

Languages

کوردی
English
Svenska